Daişê vîdyo ya bikuj ê Parîsê belavkir.
Ew çekdar ê berî dû rojan polîsek ê Firansayî kuştî ji alî yê Daişê ve vîdyo ya peywestbûn a girêdan wî bi Dişê ve hat belav kirin.
K24- Hewlêr
Ew çekdar ê berî dû rojan polîsek ê Firansayî kuştî ji alî yê Daişê ve vîdyo ya peywestbûn a girêdan wî bi Dişê ve hat belav kirin.
Pêr şevî çekdarekî ku xwe wek alîgir Daişê nasand li nêzîk Parîs a paytext a Firansayê, polîsek kuşt û dûv re kiçek a heval a polîsî jî kuşt, piştî ku polîsan daxwaz ji wî kir xwe radest bide lê hewl ên wan bê wic bûn û naçarbûn wî çekdarî bikujin.
Hikumet a Firansayê ev hêriş bi karek ê tîroristî dana û li ser evê yekê jî berpirs ên bala yên Firansayî amaje bi wê yekê dan ku sera rêkar ên tund di bwarê asayîşî de lê ev bûyer a teroristî her çêbû.
Duhî kenal a Eimaq a ser bi Daişê girteyek a vîdyoyî belavkir ku peywestbpûn a wî çekdarî bi Rêkxistî ya Daişê nîşan dide û ragehand ew çekdar nav ê wî Ebdûllah Erûsî ye û yek bûye ji serbaz ên Xilafet a Daişê.
Di wê girte ya Vîdyoyî de, Erûsî bi zimanê Ferensî diaxve û behs a yekbûn a ûmet a Îslamê dike û dûv re stayîş a her yek ji Ebûbekir Bexdaî, xelîfe yê Daişê û Mehemed Elednanî gotebêj ê Daişê dike.