Hewlên rakirina vîzaya Tirkiyê bo welatiyên Kurdistan û Iraqê

Tê pêşbînî kirin çareseriyên ku, niha ji bo vîzeyê hatin dîtin di van heyvên de li ser rêjeya geştyarî û bazirganiyê bandoreke baş bide.

K24-Navenda Nûçeyan

Ji bo vîzeya ku, ji heyva Sibatê û pêve Tirkiyê danîbû ser Herêma Kurdistanê û Iraqê çareyên nû hatin dîtin. Bo kompanyayên geştyariyê vîze hat dayîn û di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de geştyarî û bazirganî 10 qat zêdetir bû.

Piştî ku, konsolxaneyên Tirkiyê li Hewlerê û Bexdayê nekarîn daxwazên welatiyên herêma Kurdistanê û Iraqê bo vîzeyê pêkbînin hem bazirganî hem jî geştyarî bi awayekê aşkere kêm bû. Li ser vê heyva borî Wezareta derve ya Tirkiyê û Meclîsa hinardekarên Tirkiyê peymanek îmze kirin û li gor wê peymanê ji bo vîzedayînê destura  fîrmayên geştyarîyê jî hat dayîn.

Derbarê vê mijarê Serokê Meclîsa Hinardekarên Tirkiyê Mehmet Buyukekşî wiha got:

"Êdî saziyên me jî dê kar û barên bo wîzeyê bi rê ve bibin. Ji bo vê me 13 saziyên xwe yên hinardekar vezîfedar kir."

Bi destpêkirina vê erkê êdî ew karên bi heyva dewam dikir ji bo vîze yê êdî ketiye rojan.

Serokê Komeleya Veberhênanên Geştûguzariyê ya Tirkiyê"Bi vê sepandinê kar û barên wîzeyê 10 qat zêdetir bû. Em li bendê ne ku firînên bo Tirkiyê têne kirin li gor berê tijebûna balafiran ji%60 û ji%70 zêdetir bibe."

Ersoy ragihand nayê pêşbînîkirin ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê  di demek kurt de vîze rabin, lê niha wezareta derve ya Tirkiyê ji bo vîzeyên ku, têra salekê û 2 salan bike bide hemwelatiyên Kurdistanê kar dike.

Derbarê vê mijarê Serokê Komeleya Veberhênanên Geştûguzariyê ya Tirkiyê Murat Ersoy wiha axifî :"Eger têkiliyên siyasî û aborî yên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê zêdetir pêş keve, Kurdistan li Mezopotamyayê dê bibe navenda bazirganiyê ya herî hêzdar. Eger Kurdistan serxwebûna xwe rabigihîne, ji bo têkiliyên baştirîn pêdTirkiye û Kurdistan hewceyî hevdu ne."

Tê pêşbînî kirin çareseriyên ku, niha ji bo vîzeyê hatin dîtin di van heyvên de li ser rêjeya geştyarî û bazirganiyê  bandoreke baş bide.