Perlemanto ya Turkîya rexneyê digrin li nameya Erdogan bo Rûsyayê

NameyaTirkiyê ew a bo Rûsyayê hat şandin li parlamentoyê hate rexnekirin. Partiyên muxalefet ên şandin a wê nameyê bo bi nîşaneka şaşîtiyên polîtîka derve yaTirkiyê danzanîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c8d96b73-8fec-4354-9bca-2e61f0850c54/NameyaBoRusya.ism/manifest

K24- Hewlêr

NameyaTirkiyê ew a bo Rûsyayê hat şandin li parlamentoyê hate rexnekirin. Partiyên muxalefet ên şandin a wê nameyê bo bi nîşaneka şaşîtiyên polîtîka derve yaTirkiyê danzanîn.

Piştî Tirkiyê firokeya Rûsya êxistî xwarê, peywendiyên her dû dewletan aloziy bû û ji wê demê heta niha bo duristkirina têkiliyan gav tênê avêtin. Gava herî dawî jî ji aliyêTirkiyê ve hate avêtin.

Her yek ji wan Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Binali Yildirim di roja neteweyî ya Rûsyayê de bo Putin name şandin û bivê boneye hêviya başbûna pêywendiyên her dû dewletan xwaztin. Lê şandina nameyê li Tirkiyê bûcihê nîqaşan. Partiyên muxalefetê şandin a nameyê wekî şaşîtiyên dipolîtîkîya derve ya Tirkiyê de nirxandin.

Mithat Sancar (ParlamenterêHDPê) got: "Serokkomar pêşî hêrs dibe û daxuyaniyên hişk dide. Dilê raya giştî ya xwe xweş dike, bitevgerên xwe raya giştî aş dike. Lê polîtîka ya biderve wiha nameşe."

Parlamenterên muxalefetê dibêjin polîtîka ya derve ne cihê propaganda û operasyonên berovajîkirinê ye. Herwiha polîtîkaya derve li ser xet û hêzeke neteweyî dinirxîne.

Gulay Yedekçi (ParlamenteraCHPê)dibêje: Didaxuyaniyên pêşî de pêdivî li wezna wan heye. Ji niha û pê de, bipaşve gav avêtinên wiha polîtîkayeke duristnayê meşandin."

Siyasetmedar girîngiyê didin pêywendiyên baş yên bi Rûsyayê û dibêjin pêwîste Rûsya dipolîtîkaya xwe ya Sûriyê de aliyêTirkiyê bigire.

Oktay Vural (CîgirêSerokê Koma MHPê) "AKP dipolîtîkaya derve de, ji xeta berjewendî û ewlehiya neteweyî dûr e. Têkiliyên bi Rûsyayê hatiye wê astê ku li ber ewlehiyaTirkiyê bibe gef.

Li aliyê din siyasetmedar helwesta erênî ya Rûsya ya li beramberî şandina nameyan wekî tiştekî asayî dinirxînin. Lê belê vê yekê bes nabînin û dibêjin pêwîste Rûsya di warê Tûrizmê de hin gavan biavêje ku ji helwesta wê bibe cihê baweriyê.