Toprak: Erdogan hewl dide partiyek kurdî Îslamî durist bike

Parlementerê Partiya Gel a Komarê CHPyê Erdogan Toprak dibêje Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan hewl dide partiyek kurdî ya alternatîf were avakirin.

K24- Hewlêr

Parlementerê Partiya Gel a Komarê CHPyê Erdogan Toprak dibêje Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan hewl dide partiyek kurdî ya alternatîf were avakirin.

Toprak got AK-Partî û Serokomar Erdogan xebat dikin ko li bakurê Kurdistanê di bin kontrola xwe de partiyeka nû ya  îslamî û kurdî ava bikin û kurdên oldar di bin sîwana xwe de birêve bibin. Toprak herwiha li ser pêvajoya aşitiyê jî diyar kir gelek delîl henin ko hikûmet bi rêyên veşartî ligel PKKyê nav pêwendiyê de ye û pêvajoyek gûftûgoyan bi rêve dibe. Pirsa kurdî pêwîst e bi rê û rêbazen eşkere  û li nav parlementoyê were çareser kirin.

Berî niha Parlementerê HDPyê Altan Tan ragihandibû ko şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê bûye sedem ko siyaseta kurdî ber bi lêgerînek nû ve biçe.