Serokê MHPyê rexneyên tûnd li Akşaner digre

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî rexneyên tûnd li daxuyaniyên hevrika xwe Meral Akşaner yên derbarê kujer nediyaran de girt û da zanîn ko dê hesabên daxuyaniyên Akşenerê were pirsîn.

K24- Hewlêr

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî rexneyên tûnd li daxuyaniyên hevrika xwe Meral Akşaner yên derbarê kujer nediyaran de girt û da zanîn ko dê hesabên daxuyaniyên Akşenerê were pirsîn.

Bahçelî got axaftinên Akşenerê ne gotinên ji rêzê ne. Li Tirkiyeyê Hezar û 901 kuştinên kujer nediyar henin. Ger ew kesa nav MHPyê de gûhertinê dixwaze bibêje berpirsiyariya kujer nediyaran hildigirim ser xwe wê demê rê vedike ko dayikên şemiyê ne li Qada Galatasarayê, li ber deriyê Navenda Giştî ya MHPyê kom bibin. Armanc ew e ko MHP were sûncdar kirin. Dê hesabê gotinên Akşenerê were pirsîn.

Di salên notî de dema Meral Akşener Wezîra Navxwe bû dehan hezar kes hatibû kuştin û sûncdarên wan jî heta niha nehatine eşkere kirin. Akşener berî niha ragihandibû ko ew berpirsiyariya kujer nediyaran digre ser xwe.