Yildirim: 12 mîlyar dolar bo pêşxistina 4 bajarên Bakurê hatiye terxan kirin
Herwiha bi rêya wam navendan navçe û bajarên derdorê jî bên pêşxistin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, ewê 4 bajarên bakurê Kurdistanê bikin navendên pêşketî û balkêş, da zanîn ku, bo vê yekê jî 12 mîlyar dolar hatiye terxan kirin.
Derbarê vê mijarê de Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, di daxuyaniyekê de tekez kir ku, li rojhilata Tirkiyê dê hin bajaran bibin navendên balkêş û bo vê yekê jî 35 mîlyar lîra terxan kirine. Hat aşkerakirin ev bajar, Diyarbekir, Riha, Qers û Wan in.
Bi vê planê tê armanckirin ku, kargehên pîşesazî, pêşxistina binesazî û li gorî nexşeya dîrokî ji nû ve çêkirina navenda bajaran tê plankirin.
Herwiha bi rêya wam navendan navçe û bajarên derdorê jî bên pêşxistin.
Nûnerên saziyên civaka sivîl destnîşan dikin ku, bi bûyerên dawî re aboriya herêmê têkçûye, derûniya xelkê xera bûye û karsazên derve jî naxwazin li herêmê tiştek bikin, ji ber vê divê bi destê dewletê ev navend bên pêşxistin da ku, karsazên derve ji bala xwe bidin vê derê.