Li taxa Şêx Meqsûd di encama topbarankirinê:7 kuştî û 40 birîndar

Taxa Şêx Meqsûd nişteciyên wê Kurd in û di bin kontirola YPGê de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

 Meqsûd li Helebê di encama topbarana çekdarên Opozîsyona Sûriyê de, 7 welatiyên sivîl hatin şehîdbûn û 40 kesên din jî birîndar bûn.

Derbarê wê topbarankirinê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, danê vê sibehê hêzên opozîsyona Sûriyê taxa Şêx Meqsûd a Kurdan dane ber topan, di encam de 7 welatiyên sivîl şehîd bûn û 40 kesên din jî birîndar bûn.

Taxa Şêx Meqsûd ji 16ê Sibata borî ve ji aliyên hîzîn çekdar yên opozîsyona Sûriyê ve têne tobaran kirin, di encam de heta niha 123 kes hatine kuştin û 900ê din birîndarbûne.

Taxa Şêx Meqsûd nişteciyên wê Kurd in û di bin kontirola YPGê de ye.