Cezayê hetahetayî û 486 sal zîndan ji Demîrtaş re tê xwestin

Cezayê ku li hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş yê ku 93 dosye derbarê wî de hene, eşkere bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cezayê ku li hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş yê ku 93 dosye derbarê wî de hene, eşkere bû.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, eger parêzbendiya parlamenterên HDP'ê werin rakirin û ew biryar bikeve pratîkê, 2 caran li ser hev cezayê hetahetayî û 486 sal cezayê girtîgehê ji hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş re tê xwestin.

Selahedîn Demîrtaş berî niha diyar kiribû, eger parêzbendiya parlamenterên wan were rakirin, ew naçin îfadeyên xwe nadin dozgeran. Demîrtaş gotibû jî, dozger ne serbixwe ne.

Derbarê 138 parlamenterên parlamentoya Tirkiyê de biryara rakirina parêzbendiyan hatiye dayîn. Ji van jî 50 yên parlamenterên HDPê, 27 AKP, 51 CHP û 9 jî yên MHP ne.