Di Komisyona Dadê ya Tirkiyê de şerê "Belavokan"

Li Tirkiyê di komisyona dadê de gotûbêjên li ser "Yaseya Lijneya Dewletê" dest pê kir, ku tê idiakirin bi vê yaseyê dê daraz têkeve bin hikmê siyasetê. Lê belê di komisyonê de li ser belavkirina wan broşuran nîqaş derket, ku tê de behsa serdana CHPê ya bo girtiyên PKKê û DHKP-Cê tê kirin.

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê di komisyona dadê de gotûbêjên li ser "Yaseya Lijneya Dewletê"  dest pê kir, ku tê idiakirin bi vê yaseyê dê daraz têkeve bin hikmê siyasetê. Lê belê di komisyonê de li ser belavkirina wan broşuran nîqaş derket, ku tê de behsa serdana CHPê ya bo girtiyên PKKê û DHKP-Cê tê kirin.

Li Tirkiyê yek ji wan mijarên giring ew rêşnivîsa derbarê Dadgehên Bilind e, ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye amedekirin. Li gorî reşnivîsê ku bi Yaseya Lijneya Dewletê hatiye amadekirin, peywira dadgerên Dadgeha Bilind û Lijneya Dewletê bi 12 salan tê sînorkirin û endamê Dadgeha Bilind ji 516an dadikeve 200î, Endamên Lijneya Dewletê ji 195an dadikeve 90î. Dîsa li gorî reşnivîsa ku ji 37 xalan pêk tê, ji sedî 75ê endamên Dadgeha Bilind dê ji aliyê Serokkomar Erdogan ve bên hilbijartin. Ji lewra di raya giştî de metirsî heye ku bi vê reşnivîsê daraz bi temamî têkeve bin hikmê siyasetê.

Herwiha gotûbêjên li ser vê reşnivîsê dest pê kir, di civîna pêşî de di navbera AKP û CHPê de derbarê belavkirina wan broşuran de, ku tê de behsa wê yekê tê kirin, ku 24 parlamenterên CHPê serdana girtiyên PKKê û DHKP-Cê kiriye.

Parlamenterê CHPê Cemal Okan Yuksel ji ber belavkirina broşuran Wezîrê Dadê Bekir Bozdag şermezar kir û got: "Bekir Bozdag derbarê belavkirina broşuran de bi alîgirî tevdigere. Ji lewra em wî şermezar dikin. Heger ew durist be, divê derbarê wan broşuran de daxuyaniyekê bide ku lêpirsîn dane destpêkirin an na?"

Herwiha Wezîrê Dadê Bekir Bozdar belavkirina broşuran wekî bêexlaqiyê nirxand û soz da ku ew dê lêpirsînê bide destpêkirin ku ew broşur ji aliyê kê hatine belavkirin.

Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî got: "Min navê ti kesî bilêv nekiribû. Lê min bi tenê hejmar dabû. Min bi wê daxuyaniyê tu kes nekir armanc. Di kesayeta min de helwesteke wiha nîn e. Belavkirina broşuran bêexlaqî ye. Ez ê demildest lêpirsînekê bidim destpêkirin."

Ji ber van nîqaşan gotûbêjên li ser reşnivîsê dereng dest dest pê kirin. Reşnivîs di hefteya pêş de dê li parlamentoyê were gotûbêjkirin. Lê belê tê çaverêkirin, ku di wan gotûbêjan de li parlamentoyê jî nîqaşên kûr di navbera parlamenterên AKPê û parlamenterên muxalefetê derkevin.