Li Şirnexê 3 polîsên Tirk birîndar bûn

Li bakurê Kurdistanê navçeya Elkê 3 polîs di encama êrîşekê çekdarî de birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Elkê 3 polîs di encama êrîşekê çekdarî de birîndar bûn.

Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îşev li bajarê Şirnexê navçeya Elkê bi çekên giran û roketan êrîşê polîsan kirin.  Piştre navbera polîsan û endamên PKKê de şerek dijwar derket.

Di destpêka pevçûnê de 3 polîs birîndar bûn. Polîs li nexweşxaneya Dewletê ya Elkê hatin veguhestin.

Piştî pevçûnê ji bo girtina endamên PKKê hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.

 

Fly Erbil Advertisment