Rûyeke din jî yê Amedê heye

Nifûsê wê li gorî daneyên 2014an Milyonek û 635 hezar e. Dîroka navenda bajêr digihêje 9 hezar sal berî niha.

K24-Diyarbekir

Li Tirkiyê di derheqê bajarên bakurê kurdistanê de bi taybetî jî di derheqê Diyarbekirê de dîtineke nebaş heye. Kesên ku, Diyarbekir tenê di televîzyonan de temaşe dikin dibêjin qey ev bajar bajarekî wêran e û qet pêşde neçûye. Lê aliyekî Diyarbekir yê nû û modern jî heye.

Diyarbekir li Tirkiye bajarê herî qelebalix yê 12 e. Nifûsê wê li gorî daneyên 2014an Milyonek û 635 hezar e. Dîroka navenda bajêr digihêje 9 hezar sal berî niha. Bajar nava Sûr û Derveyê Sûr weke 2 beşan tê binavkirin. Nava Sûr ji ber ku cihekî kevn e tê de malên kevn û riyên teng hene lê bajarê nû yê ji derveyê Sûrê bajarekî gelekî modern e. Altan Tan Parlamenterê HDPê yê Diyarbekir e. Her wiha karsaz e jî. Tan dibêje di 5 salên dawî de Diyarbekir pir pêşde çû.

Derbarê vê mijarê de Parlamenterê HDPê yê Diyarbekir Altan Tan wiha got:"Di 20 salên dawî de nifûsa Diyarbekir 10 qatan zêde bûye. Di 5 salên dawî de li Diyarbekirê 50 hezar xanî hatine çêkirin. Piraniya van weke sîte hatine çêkirin. Di van malan de asansor, kalorifer an jî gaza sirûştî hene. Di nava gelek sîteyan de jî hewuz heye."

Li Diyarbekir 7 Navendên danûstandinê, 20 dibistanên taybet, 15 Nexweşxaneyên Taybet 2 hezar wîllayên bi hewuz hene. Li taxên Kayapinar û Dicle Kent ku weke bajarê nû tê zanîn hemî nîşaneyên bajarvaniyeke modern ên weke apatmanên liks û mezin, riyên fireh, park û baxçeyên zarokan hene. Mehmet Bettal 40 salî ye. Emlakfiroş e. Rewşa bajarvaniya modern a li Diyarbekirê wiha dibêje.

"Ji 2007an virde sîteyên nû û modern çêbûn. Li temamê van sîteyan ewlehî heye. Di gelek sîteyan de jî hewuz heye. Loma jî insan van tercih dikin. Lewra rehet in. Mesela ereba xwe tîne rehet park dikeû hewuza wan jî hene."

Civaknas dibêjin insanên li Tirkiyê pir hindik digerin. Qenaetên insanan ên di derheqê bajar an jî civakekê de piranî bi riya çapemeniyê çêdibin. Çapemenî jî bajarên bakurê Kurdistanê zêdetir bi şer û pevçûnan tînin ser ekranan. Loma jî di hişê insanan de şer, pevçûn, teqîn û bajarên wêran dimînin. Lê weke ku, tê xuyakirin rûyeke din jî yê Diyarbekirê heye.

Fly Erbil Advertisment