Hevwelatî yên Birîtanîya li ser cûdabûn a welat ê xwe ji Ewrûpayê çi dibêjin?

Evro xelk ê Birîtanîya diçin ser sindûq ên dengdanê û di rapirsîyekê de deng didin li ser veman yan cûdabûn a welat ê wan ji Yekêtî ya Ewrûpayê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a0bef3a6-8843-43d7-bab2-bba90f5cc4e6/UK%20EU%20Referandum.ism/manifest

K24- Hewlêr

Evro xelk ê Birîtanîya diçin ser sindûq ên dengdanê û di rapirsîyekê de deng didin li ser veman yan cûdabûn a welat ê wan ji Yekêtî ya Ewrûpayê.

Pirs a veman yan derçûn a welat ê wan ji Yekêtîyê ku berî çend xulêekan dest pêkir li Biraîtanyayê, hevwelatî yên wî welatî kirîye dû enî û li gor piranî ya rapirsîyan jî kempînî a herdû alîyan ji hev dû nêzîke.

Evro Birîtanyayî birîyarê dê bidin li ser veman yan derçûnê ji Yekêtî ya Ewrûpayê, xelk ê Lendenê jî rolek ê serekî heye di yekalîkirin a evê pirsê, lê pirsyar ewe dê bi çi araste de yak alî bibe?

Herçend dawîn rapirsî encdam ên rapirsîyê xuya dikin ku herdû alî ji hev nêzîkin, 45% li gel vemanê ne û 44% dijin lê evro ev pirs di dengdan a hevwelatîyan yek alî dibe.

Erê Hevwelatî yên Birîtanîya çi dibêjin li ser evê pirsê, divê raportê de nerîn ên cûda bibihîstin.