Serok wezîr ê Birîtanîyayê dest ji kar vekişand
Serok wezîr ê Birîtanîyayê Deyvîd Kamîron, piştî aşûkerabûn a encam ên rifrandom a Birîtanîyayê bo veman yan derçûnê ji Yekêtî ya Ewrûpayê, ragehand: Piştî sê meh ên din dê dest ji kar vekişîne.
K24- Hewlêr
Serok wezîr ê Birîtanîyayê Deyvîd Kamîron, piştî aşûkerabûn a encam ên rifrandom a Birîtanîyayê bo veman yan derçûnê ji Yekêtî ya Ewrûpayê, ragehand: Piştî sê meh ên din dê dest ji kar vekişîne.
Deyvîd Kamîron herweha got: Em rîz ji vîyan xelkê digirîn û hokar û eger ên cûdabûn a Birîtnîyayê bo Yekêtîû ya Ewrûpayê dê xuya bikim. Herweha tekez jî kir ku dê berdeam bibe bo bihêzkirin a abûrî ya Birîtanîyayê.
Serok wezîr ên Birîtabîyayê got jî: Birîtanîyayê pêdivî bi serokatîyek a nû heye. Bo evê yekê jî amaje bi sê mehên din kir ku partî ya wî dê sserokek nû bihilbjêre.