Turkîya şaredar ên DBP tuhemtbar dike ku harîkarî ya PKKyê dikin
Şaredariyên Ser bi Partiya Herêm ên Demokratîk DBPê bi wê yekê têne sûcdarkirin ku ew alikariya PKKê dikin û pereyên ji bo wan tên terxan kirin didin PKKê. Bi vê hincetê têxwestin ku erkên şaredaran ji destê wan bên derxistin û qeyûm li şûna wan bêne tayînkirin. Lê belê Şaredarên DBPê vê îdiaya hikûmetê red dikin û dixwazin hikûmet dest ji kiryarên xwe yên li hemberî Kurdan berde.
K24- Bakur a Kurdistanê
Şaredariyên Ser bi Partiya Herêm ên Demokratîk DBPê bi wê yekê têne sûcdarkirin ku ew alikariya PKKê dikin û pereyên ji bo wan tên terxan kirin didin PKKê. Bi vê hincetê têxwestin ku erkên şaredaran ji destê wan bên derxistin û qeyûm li şûna wan bêne tayînkirin. Lê belê Şaredarên DBPê vê îdiaya hikûmetê red dikin û dixwazin hikûmet dest ji kiryarên xwe yên li hemberî Kurdan berde.
Li bakurê Kurdistanê nerazîbûna piştî biryara hikûmetê ya derbarê dest têwardana li ser şaredariyên DBPê her ku diçe zêde dibe. Rayedar û Hevşarêdarên DBPê û HDPê dibêjin dewlet û hikûmet piştîrêgiriya li ber siyaset a demokratîk ya Kurdan niha dest di avêje rê veberiyên herêmî. Hevşaredarên Agirîvê hewla hikûmetê wekî xetereyeke mezin dest nîşan dikin û daxwazê ji hikûmetê dikin ku dest ji vê siyaseta xwe ya li ser tunekirina Kurdan berde.
SirriSakik – HevşaredarêAgirî,di bêje: Ne tenê di bin banê parlementoyê de, em li hemû deveran bi gelê xwe re di bin zextan de ne. Li parlementoyê parêzbendiyên hevalên me radikin ku vîna gel temsîl dikin. Ev têrîwaninake şaredarên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin jî ji kar tên dûrxistin. Bi rastî ev ne çareseriye. Avakirina komara Tirkiyê heya îro bi van rêbazan dixwazin kurdan bi tepisînin. Lê belê tu caran kurdan serî ne tevandine û ewên natewîne jî.
DBP şaredariyên 14 bajaran ku 3 ji wan bajarên mezinin, 68 navçe û 23 bajarokan birêve dibe. Armanca pêşî ya hikûmetê ew e ku ji bo wan bajar ên şer û pevçûn û operasyon lê hebûn qeyûman tayîn bike. Yek ji îdiayên hikûmetê yên bo tayînkirina qeyûman jî gendelî ye. LêbelêHevşaredarênDBPêîdîayênhikûmetêwekbêbingehdinirxînin.
MukaddesKubîlay – HevşaredaraAgirî, dibêje:"Ew jî baş dizanin ku şaredariyên DBPê rast û bi dil û can dixebitin û xizmetkarên gelê xwe ne. Ya rast deshilatdariya AKPê û Qesr ji van xebatên me ditirsin. Ev tiştên ku niha tên kirin tev biryarên siyasî ne. Heta niha ne şaredarên û ne jî tu xebatkarên me gendalî ne kirin e."
Hevşaredarên DBPê diyar dikin ku cihê çareseriya kêşeya kurd rê û rêbazên demokratîkin lê belê dewlet û hikûmet dixwazin bi dek û dolaban, bihêza siyasî û leşkerî destkeftiyên gelê Kurd binpê bikin û vê yekê wek çareseriye kê destnîşan dikin.