Evro li şerr û pevçûnan 6 serbaz ên Turk hatîne kuştin
Li bakurê Kurdistanê li navçeyên Çelê û Dêrikê di encama şer û pevçûnen navbera endamên PKKyê û Hêzên leşkerî de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.
K24- Hewlêr
Li bakurê Kurdistanê li navçeyên Çelê û Dêrikê di encama şer û pevçûnen navbera endamên PKKyê û Hêzên leşkerî de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Îro danê sibê leşkerên Tirkiyeyê bombeya ko li ser riya bajarê Colemergê û Çelê hatibû danîn tine kirin û piştre dest bi operasyonê kirin. Dema operasyon birêvediçû ketin nav kemîna endamên PKKyê û 4 leşker canê xwe ji dest dan.
Ji alîkî din ve li bajarê Mêrdînê navçeya Dêrikê Gundê Akçayê jî endamên PKKyê êrîşê Qerekola Leşkerî ya Soxukkuyuyê kirin û navbera wan û leşkeran de pevçûnek dijwar derket. Li gor zanyariyên pêşîn ji bo hawara leşkeran ji navçeya Dêrikê hêzên ewlekariyê hatin vegûhestin. Lêbelê leşkerên dihatin vegûhestin ketin nav kemîna endamên PKKyê û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî pevçûnê ji bo girtina PKKyîyan operasyoneka berfireh hate destpêkirin.