Erdogan gefan li Şaredarî yên DBPyê dike
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din gef li şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk DBPyê xwar û got şaredariyên DBPyê pere ji PKKyê re dişîne û ew ê hesabê vê yekê bipirsin.
K24- Hewlêr
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din gef li şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk DBPyê xwar û got şaredariyên DBPyê pere ji PKKyê re dişîne û ew ê hesabê vê yekê bipirsin.
Erdogan di xwarina fitarê ya ligel pêşengên civakî yên bakurê Kurdistanê de axifî û rexneyên tûnd li DBPyê girt. Erdogan got DBP hewl dide pereyên şaredariyan ji PKKyê re bişîne. Rojên niha ji bo DBPyê demên baş in. Lêbelê dewlet dê hesabê vê yekê ji DBPyê bipirse. Erdogan da zanîn ko DBP nikare heqê zarokên sêwî bi şêweyên xapînokî ji rêxistinên terorê re bişîne. Dê bedela vê yekê bide.
Endamê Konseya KCK'ê Mûrad Karayilan jî 2 roj berê derbarê vê mijarê de ragihandibû ko ger hikûmeta Tirkiyeyê dest bide ser şaredariyên DBPyê ew ê êrîşê kesên ko bên erkdarkirin bikin.