Turkîya û roj a Eşkenceyê û pêşêlkarî yên maf ên Mirov

NeteweyênYekbûyîdi 1997an de 26 Hezîranêwekî "RojaTêkoşîna li dijî Îşkenceyê û piştevanîkirina kesên ku îşkencê ditîne" ragihandiye. Komaleya Mafên Mirovan di vê çarçoveyê de daxuyaniyek pêk anî û rewşaTirkiyê di 2015-2016an de çawa têkçûye biraportek nîşan da. Herwiha polîtîkayên bê cezakirin ênTirkiyê jî hatin rexne kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2f5fe7e2-3084-430f-b7b3-6a96ff6c2f82/RojaShkenceye.ism/manifest

K24-Hewlêr

NeteweyênYekbûyîdi 1997an de 26 Hezîranêwekî "RojaTêkoşîna li dijî Îşkenceyê û piştevanîkirina kesên ku îşkencê ditîne" ragihandiye. Komaleya Mafên Mirovan di vê çarçoveyê de daxuyaniyek pêk anî û rewşaTirkiyê di 2015-2016an de çawa têkçûye biraportek nîşan da. Herwiha polîtîkayên bê cezakirin ênTirkiyê jî hatin rexne kirin.

Di roja têkoşîna li dijî îşkenceyê de derket holê kuTirkiyê di warê mafên mirovan de paş ve diçe. Komeleya Mafên Mirovan di roja têkoşîna li dijî îşkenceyê de derbarê îşkenceyê û mirinê de raportek ragihand û di raportê de hejmara kesên ku di şerê li bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatiye destnîşankirin. Li gorî raportê kesên ku di girtîgehan de bi îşkenceyê re rûbirû mane, hatiye diyarkirin. Herwiha di raportê de hejmara kesên ku rastî destdire jî û neheqî li wan hatine jî hate ragihandin. Ligorî raportê di şerê li bakurê Kurdistanê de di navbera 24ê Tirmehê 2015an û 15ê Nîsanê 2016an de 542 sivîlan jiyana xweji dest daye û 1.664 kesan jî birîndarbûne û485 hêzên ew lehiyê canê xwe ji dest dane û 990 kes jî birîndar bûne.

Oztûr- Serokê Komeleya Mafên Mirovan, dibêje:

"Tirkiyê di navbera salên 2015-2016an de ji aliyê mafên mirovan ve ber bi xerabiyê ve çûye. Deshilatdaran rê li ber wan tiştan ve kiriye. Di sala 2015an de yase ya navxweyiyê derxistibû û bi vê yaseyê re erkên hêzên ewlehiyê zêdetir bûne. Herwiha di ve çarçoveyê de yaseya têkoşîna li-dijterorê jî hat guherandin."

Di raportê de xeletiyên polîtîka yên ewlehiyênTirkiyê û erk û kiryarên hêzên ewlehiyê tên nîşan dayîn. Li gorî raporta Komeleya Mafên Mirovan li Tirkiyê di navbera salên 2015-2016ande 371 kesî bi îşkenceyê re rûbirûmaye û hêzên ewlehiyê îşkenceli ser 6167 kesan kirine. Herwiha endamên komelê balêkişandin ser azadiya çapemeniyê û zexta deshilatdariyê jî.

Sezaî Berber- Bizîşk-SekreterêTBBê, dibje:

Tirkiye ji aliyê mafên mirovan ve têkçûye. Girtina bijîşk û aktivîst Prof. Dr. Şebnem Fincancı ji bo vê mînakeke baş e. Şebnem ji Aydînêheta Cizîrê her tim ji bo tespîtkirina îşkenceyê û mafên mirovan ku hatine  binpêkirin xebitiye. Em tu car girtina wê fêm nakin ".

Tirkiye jî îmzê avetiye bin vê peymanê. Lê belê  endamên mafên mirovan diyar kir kuTirkiye li gorî vê peymanê tev nagere û raprortên nav netewî jî dide xuyakirin kuTirkiyê aliyê mafên mirovan ve bi paşvê dimîne.Divê Tirkiye peywîra xwe bînêcih û dest ji polîtîkayên xwe yên cudakariyê berde.