Wezîra Berevaniya Almanyayê serdana navenda Incirlîkê dike

Berî niha Tirkiyê rêgirî li serdana şandeka Almanî kirbû ku, serdana navenda Incirlîkê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Almanyayê ragehand ku, Wezîra Bergiriyê di Temûza bê de serdana navenda Incirlîk a esmanî bike.

Derbarê wê serdanê Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Orsola Fondêr Lîn di hevpeyvînekê xwe de li gel rojnameya Bêlid a Almanî da zanîn ku, ew dê  serdana navenda Incirlîk a esmanî ku, dikeve başurê Tirkiyê bike.

Piştî ku, parlamentoya Almanyayê biryara jensayda Ermenan pesendkirbû, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan nerazîbûna xwe nîşan dabû û ragehandibû ku, ew dê bersiva Almanyayê bide.

Berî niha Tirkiyê rêgirî li serdana şandeka Almanî kirbû ku, serdana navenda Incirlîkê bike.