Esed xweştirîn pariyê nan li gel hêza xwe dixwe
Ev ne cara yekemîn e, Esed serdana sengerê şer dike, berî niha jî serdana navçeyên leşkerî li bajarokê Dareya û Coberê kirbû.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed serdana hêza xwe li firokxaneya Merc El-Sûltan dike ya ku, dikeve Xûta rojhelat û fitara xwe ligel wan vedike.
Duh, malpera fermî ya Serokatiya Sûriyê wêneyên Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed dema serdana hêza xwe ya li firokxaneya Merc El-Sûltan kirbû belav kir ku, dikeve Xûta rojhelat û li gel Hêza xwe fitara xwe fekir û bi wan re xwarina xwar, li ser maseya fitarê Esed ji Hêza xwe re wiha got: "Ev xweştirîn pariyê nane min di jiyana min de."
Berî fitarê Esed serdana çend xalên pêşî yên eniya şer kirbû, yên li Zeviyên bajarokê Merc El-Sûltan ku, di sala borî Artêşa Sûriyê ew dever kontirolkirbû.
Ev ne cara yekemîn e, Esed serdana sengerê şer dike, berî niha jî serdana navçeyên leşkerî li bajarokê Dareya û Coberê kirbû.