Tometbarê kuştina pîlotê Rûsî serbest hat berdan
Alparslan Çelîk, tometbarê kuştina pîlotê Rûsî serbest hat berdan. Derbarê doza wî de biryara qedexeya weşanê hat dayîn. Li bajarê Îzmîrê dest bi dadgehkirina 17 tometbaran hat kirin ku Alparslan Çelîk jî di nav de 7 kes girtî bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Alparslan Çelîk, tometbarê kuştina pîlotê Rûsî serbest hat berdan. Derbarê doza wî de biryara qedexeya weşanê hat dayîn.
Li bajarê Îzmîrê dest bi dadgehkirina 17 tometbaran hat kirin ku Alparslan Çelîk jî di nav de 7 kes girtî bûn.
Dadgehê biryara serbest berdana girtiyan û qedexeya derketina derveyî welat da hemû gumanbaran. Her wiha ji ber sedemên ewlekariya neteweyî biryar hat dayîn ku îfadeyên gûmanbaran di çapemeniyê de neyên weşandin.
Di 24 Mijdarê hêza esmanî ya Tirkiyê firokeyeke şer ya Rûsî ji cura SU 24 li ser sînorê Tirkiyê bi Sûriyê re êxist xwarê.
Welatiyê Tirkiyê Alparslan Çelîk, di dema xistina firokeya Rûsî de daxuyanî da medyaya navnetewî û da zanîn, pîlotên firokeyê ji hêla wan ve hatine kuştin. Çelîk di wê demê de li axa Sûriyê fermandariya komek çekdaran dikir.
Piştî daxuyanî û belavbûna dîmenan, Rûsya ji Tirkiyê xwest Çelîk bê girtin û bê dadgehkirin. Demek şûnde Alparslan Çelîk hat dadgehkirin û dadwerê biryara serbestberdana Çelîk da û pêwîstî bi berdewamkirina dozê nedît.
Dadgeha bilind, biryara serbestberdana Çelîk betal kir û ji ber vê carek din doza dadgehkirina Alparslan Çelîk hatibû vekirin.