Di teqîna Girê Spî de 7 kesan canên xwe jidest dan
Li cadeya sereke ya bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da, di encam de 7 kesan canên xwe jidest dan bûne û 11 kesên din jî birîndar bûn.
K24 – Girê Spî
Li cadeya sereke ya bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da, di encam de 7 kesan canên xwe jidest dan bûne û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê li pêş Mala Gel ya bajêr îro demjimêr 10:30 teqînek bi rêya otombêleke bombekirî ji cureya Skoda çê bû, di encam de 7 kes şehîd bûne û 11 kesên din jî birîndar bûn, ku ji nava wan zarok bû.
Hemû birîndar bo nexweşxaneya Kobanê, Serê Kaniyê û Qamişlo hatine veguhastin. Herwiha gelek birînar jî birînên wan giran in.
DAIŞê berpirseyatiya xwe derbarê vê êrîşê de li xwe girt.