Obama tekez li ser ji navbirin a Daişê dike

Barzak Obam a sesrok ê Emerîkayê ragehand; Waşintin li gel Turkîyayê û hemû hevpeyman ên xwe pabende bi şerr ê dijî Daişê û ji navbirin a wê rêkxistîyê li Îraq û Suryayê.

K24- Hewlêr

Barzak Obam a sesrok ê Emerîkayê ragehand; Waşintin li gel Turkîyayê  û hemû hevpeyman ên xwe pabende bi şerr ê dijî Daişê û ji navbirin a wê rêkxistîyê li Îraq û Suryayê.

Obama amaje bi wê yekê jî kir ku bi rê ya telefonê ve li gel Receb Teyîb Erdogan, serok ê Turkîyayê, axiftîye û hevxemî ya xwe nîşandaye bo qurbanî yên hêriş ên ser firokexane ya Etatork li Istanbolê.

Berê jî Birêt Mekgork, nwêner ê taybetî yê serok ê Emerîkayê bo şerr ê dijî Daişê ragehandibû ku di dem a 14 mehên dahatî de, Daişê li Îraq û Suryayê  ji nav diçe.