Minbic: beşek ji xelkê sivîl xwe ji destê DAIŞê rizgar dikin
Di encama şerekî giran di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên DAIŞê de li taxên bajêr li Minbcê, xelkê sivîl berê xwe dan devera sayloyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama şerekî giran di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên DAIŞê de li taxên bajêr li Minbcê, xelkê sivîl berê xwe dan devera sayloyan.
Li gor peyamnêrê K24ê ya li nîzîkî Minbicê, îro şerekî giran di navbera şervanên Encûmena Leşkerî û çekdarên DAIŞê li taxa el-Hezawne ya nava Minbicê derket, ku ji bilî lêdanên giran ji çekdarên DAIŞê re, hijmareke sivîlan karîbûn xwe ji deverên dorpêçkirî yên dibin destê DAIŞê de rizgar bikin û xwe bigihînin devera sayloyan ya ku berya niha ji destê DAIŞê hatbû azadkirin.
Oprasyona rizgarkirina bajarê Minbcê bi alîkarIya fIrokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, ev 30 roj berdewam dike û tê de hineke dever ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, weke sayloyên bajêr û çend taxên din jî weke taxa el-Sedîya.