Fraksiyonên NYK û Goranê li Parêzgeha Hewlêrê dibin yek
Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê karên yekbûna xwe birêve birin û tenê îmzekirina Serkirdeyatiya Hevbeş maye. Serokê Fraksiyona YNKê dibêje, nabe li ser bingeha hejmara danûstandinan bi hev re bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ev yek tê di demekê de, ku li gor Peyrewa Navxweyî, Serokê Fraksiyon li ser hejmara kursiyan tê danîn.
Berê YNK û Tevgera Goranê bi du nêrînên cuda li rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê dinêrîn, lê niiha dixwazin bi yek cavî li rewşê binêrin, pêngavên bo yekbûna herdu fraksiyonan di Ecûmena Parêzgeha Hewlêrê ji sedî 90 temam kirine.
Biryardarê Fraksiyona Tevgera Goranê dibêje, wan peyrewa navxweî nivîsandine, tenê îmzeya Serkirdeyatiya Hevbeş maye.
Li gor wê peyrewa ku hatiye danan, hedru fraksiyon di dema yekbûnê de li gor hejmara kursiyan, Serokatiya Fraksiyonê werdigire, lê Fraksiyona YNKê dibêje, dibe ku ev yek bi rêkeftin be, ne li ger hejmara kursiyan.
Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji 30 endamî pêk tê, YNKê 6 kursiyên xwe hene, Tevgera Goranê jî 4 kursî.