Amerîka kuştina du serkirdeyên DAIŞê ragehand
Yek ji wan serkirdeyên DAIŞê Cîgirê Wezîrê şer bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê kuştina du serkirdeyên leşkerî yên DAIŞê li bajarê Mûsil di operasyonekê ragehand.
Derbarê kuştina wan serkirdeyên DAIŞê Berdevkê Wezareta Amerîkayê Pîter Kok di kongreyekî rojnamevanî de tekez kir ku, welatê wî bi rêya operasyonekê di 25ê meha borî de, du serkirdeyên DAIŞê kirin armanc, di encam de her du serkirde hatin kuştin.
Kok di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, yek ji wan serkirdeyên DAIŞê Cîgirê Wezîrê şer bû bi navê Mihmed Ehmed Siltan El-Bicarî û serkirdeyê din jî bi navê Hatim Talib El-Hemdanî bû.
Berî niha Rêveberiya Giştî ya lidij tero ser bi Asayîşa Herêma Kurdistanê ve, di 28ê meha borî de kuştina du serkirdeyên DAIŞê ragehendibû.