Geşta geştiyariyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de dest pê dike

Yekîtiya Kompaniya Geştiyaran ya Rûsî ragihand, di nava vê mehê de geşta di navbera Rûsya û Tirkiyê de dest pê dike û geştiyarên Rûsî jî dikarin serdana Tirkiyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeya

Yekîtiya Kompaniya Geştiyaran ya Rûsî ragihand, di nava vê mehê de geşta di navbera Rûsya û Tirkiyê de dest pê dike û geştiyarên Rûsî jî dikarin serdana Tirkiyê bikin.

Yekîtiya Kompaniya Geştiyaran ya Rûsî amaje dike ku, yekem geşt jî ji Rûsyayê berve Tirkiyê di 17 Tebaxê de birê dikeve û werza geştiyariyê bo Tirkiyê dest pê dike.

Ev yek di demekê de tê, ku hikûmeta Rûsyayê ragihand ku, Tirkiyê bi fermî lêborîn derbarê dosya xistina xwara firokeya Rûsî xwastiye, ku bûbû sedema têkçûna pêwendiyên aborî ş siyasî di navbera herdu welata de.

 

 

Fly Erbil Advertisment