Li Londonê li dijî derketina ji YEyê xwepêşandan

Neyarên derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê xwepêşandanan li Londona paytext encam dan û nerazîbûnên xwe derbarê derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê derbirîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Neyarên derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê xwepêşandanan li Londona paytext encam dan û nerazîbûnên xwe derbarê derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê derbirîn.

Li Londonê, xwepêşanderan li pêş Parlementoya Brîtanyayê kom bûn û di mawaya hefteyekê  duyem xwepêşandan birêve birin, ku li dijî encama referandûma Brîtanyayê derketin.

Roja 23ê Hezêrana borî, li Brîtanyayê rapirsînek encamp da, bo destnîşankirina çarenûsa Brîtanyayê ligel Yekîtiya Ewropayê, di encama rapirsînê de derket ku, piraniya Brîtaniyan li dijî mana wê di Yekîtiya Ewropayê de ne û daxwaza cudabûnê xwastin.