Kuştiyên topbarankirina bajarokê Cîrod bûne 43 kes

Rejîma Sûriyê topbarankirina bajarokî weke karvedanekê li ser kuştina firokevan encam da.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî êxistina firokeya rêjîma Sûriyê li devera Cîrod li gundên Şama paytext, firokeyên Sûrî wê deverê bombebaran dike, di encam de 31 kesan canê xwe ji dest dabû lê, ji ber giraniya birîna birîndaran, iro hejmara kuştiyan zêdebû û bû 43 kes.

Derbarê amarên nû yên êrîşa rejîma sûriyê li ser bajarokê Cîrod Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, hejmara nû ya kuştian bû 43 kes, di nav wan de du kermandên pizîşkî û jin û zarok hene.

Li gor rêkeftinekê di navebra rejîma Sûriyê û hin rîsipyên bajarokê Cîrod termê firokefanê Sûrî radestî rejîmê bê kirin beramberî ku êrîş li ser bajêr werin rawestandin.

Rejîma Sûriyê topbarankirina bajarokî weke karvedanekê li ser kuştina firokevan encam da.