El-Zûby: Em regeznameya Tirkiyê naxwazin

Herwiha El-Zûby aşkere kir ku, hin welat weke Rûsya, Iran û herwiha rejîma Sûriyê dixwazin ku, Sûriyê ji welatiyên xwe were vale kirin, dana regeznameya Tirkiyê dê daxwaza wan cîbecî bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Şanda Danûstandanan a Opozîsyona Sûriyê Aesd El-Zûby derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ku, ew dê regeznameyê bide welatiyên Sûriyên yên ku, li Tirkiyê dimînin ragehand ku, ew tenê daxwaz dikin ku, Tirkiyê niştciheke demikî bide penaberan.

Duh, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ragehandibû ku, dê regeznameya Tirkî bide penaberên Sûriyê yên ku, li Tirkiyê dimînin, ew daxuyaniyên Erdogan karvedên cor bicor li pey xwe anî.

Derbarê vê yekê Serokê Şanda Danûstandanan a Opozîsyona Sûriyê Aesd El-Zûby ji rojnameya Şeriq El-Ewsed re ragehadibû ku, ew ti carî qencî û kerma Tirkiyê jibîr nakin û wan gelek alîkarî bi penaberên Sûriyê re kirye û dike, da zanîn ku niyeta wî jî ji vê yekê safiye.

El-Zûbî diyar kir ku, wan tenê nişteciheke demikî ji penaberan re divê daku, karûbarên xwe bi rêve bibin heta ku, bikarin vegerin welatê xwe piştî ruxandina rejîma Esed.

Herwiha El-Zûby aşkere kir ku, hin welat weke Rûsya, Iran û herwiha rejîma Sûriyê dixwazin ku, Sûriyê ji welatiyên xwe were vale kirin, dana regeznameya Tirkiyê dê daxwaza wan cîbecî bike.