Opozîsyona Sûriyê ligel Tirkiyê cejna xwe pîroz kir
Li Sûriyê sibe yekemîn roja cejnê ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Tevî ku, rejêma Sûriyê ragehandibû ku, roja Sêşemê temamiya meha Remezanê ye û roja Çarşemê yekemîn roja cejnê ye, lê navçeyên di bin kontirola Opozîsyona Sûriyê cejna xwe di roja Sêşemê de ligel pîroz kirin.
Derbarê vê yekê ajansa fermî ya Sûriyê ya ser bi rejîmê re SANA ragehand ku, Dadwerê yasayî yê yekem di Şamê de Mehmûd El-Mirawî ragehand ku, yekemîn roja cejna Remezana pîroz li Sûriyê Çarşem e.
Li hin welatên cîhanê wekî Rûsya û Welatên Rojava, herwiha Tirkiyê ragehandin ku, Sêçem yekemîn roja cejnê ye, navçeyên di bin kontirola opozîsyona Sûriyê ligel Tirkiyê cejina di roja Sêşemê de pîroz kirin.