Merkel: Alîkariyên xwe bo pêşmerge zêde dikin
Di dawî ya gotara xwe de Şêwermenda Almanyayê behsa rola welatê xwe di navbera Rûsya û Natoyê de kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Şêwermenda Almanyayê Angela Merkel li pêşiya Parlamentoya welatê xwe ragehand ku, ew dê li ser piştgirî û perwerdekirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bin, da zanîn ku, ew dê alîkariyan jî zêdetir bikin.
Derbarê vê yekê Şêwermenda Almanyayê Angela Merkel di gotarekî xwe de li pêşiya Parlamentoya welatê xwe tekezî li ser berdewamiya perwerdekirina pêşmerge kir, diya kir ku, di şerê li dijî DAIŞê ew dê li ser piştevî û alîkariyê jî berdewam bin, herwiha wan alîkariyan jî zêdetir bikin.
Merkel da zanîn ku, welatê wê yek ji welatên pêşîn bû ku, çek û teqemenî şandin Herêma Kurdistanê û alîkariya Hêzên pêşmerge kir, Herwiha Merkel tekezî li ser parastina Iraqê jî kir.
Di dawî ya gotara xwe de Şêwermenda Almanyayê behsa rola welatê xwe di navbera Rûsya û Natoyê de kir bo çareserkirina pirsgirêka Rûsya û Okranya.