Artêşa Sûriyê rêya Kastêlo li Helebê kontirol kir
Ew rê tenha rê bû di destê opozîsyona Sûriyê de.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên rejîma Sûriyê beşê başur ji zeviyên El-Melah li ser rêya El-Kastêlo ku, tenha rê bû di destê opozîsyona Sûriyê bo Helebê kontirol kir.
Derbarê kontirolkirina wê deverê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, Hêzên rejîma Sûriyê taxên rojhelata bajarê Helebê kontirolkirin piştî ku, beşê başur ji zeviyê El-Melah li ser rêya Kastîlo bidestxist.
Rewangehê da zanîn ku, rêya El-Kastêlo tenha rê mabû di destê opozîsyona Sûriyê de bo hatinûçûna bajarê Helebê, niha li gor Rewangehê Heleb bi temamî hate dorpêçkirin.
Ji aliyê xwe ve ajansa fermî ya ser bi rejîma Sûriyê ve SANA ragehand ku, Artêşa sûriyê zeviyên El-Melah yên başûr kontirolkirin û rêya Kastêlo girtin.