Tevî agirbestê li Idlibê 22 kes tên kuştin

Di roja dawî ya agirbesta li Sûriyê de, di êrîşên esmanî de 22 kes li parêzgeha Idlibê canên xwe jidest didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di roja dawî ya agirbesta li Sûriyê de, di êrîşên esmanî de 22 kes li parêzgeha Idlibê canên xwe jidest didin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, îro pêgehên Eniya el-Nusrayê li devera Derkoş ya ser bi Idlibê ve, hat bombebarankirin, di encamê de 22 kesan li parêzgeha Idlibê canên xwe jidest dan.

Roja 6 Tîrmehê, Serokê Sûriyê Beşar Esed agirbestek bo 72 demjimêran li hemû tevahiya Sûriyê ragihand, ku di îro jî li xwe digire, lê çekdarên opozîsyonê dibêjin ku, rêjîma Sûriyê pabendî vê agirbestê nebû.

Herwiha tê zanîn ku, artêşa Sûriyê îro di operesyonêke de li taxên rojhilatê Helebê jî, riya sereke ya opozîsyonê Kastêlo kontrol kir.