Opozîsyon navçeyên Helebê topbaran dike:34 kuştî û 200 birîndar
Ji sala 2012an ve kontirolkirina bajarê Helebê li rejîma Sûriyê û opozîsyona wê dabeşkiriye.
K24-Navenda Nûçeyan
Gûpên opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê nevçeyên di bin kontirola rejîma Sûriyê topbaran kirin, di encam de 34 welatiyên sivîl hatin kuştin û 200 kesên din birîndar bûn.
Derbarê vê yekê Rewangeha sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belev kir tê de wiha got: "Hejmara kuştiyên sivîl li navçeyên di bin desthilata rejîma Sûriyê di encama topbarana opozîsyona wî welatî giheştin 34 kesî, di nav wan de 6 zarok hene."
Rewangehê da zanîn ku, tê çaverêkirin ku, hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku, 200 kes birînda hene û birîna gelek ji wan girane.
Ji aliyê xweve jî ajansa Sûrî SANA tekez kir ku, di encama êrîşa gropên terorî de û binpê kirina agirbestê de li taxa El-Firqan, El-feyd û Seken Camiy 30 kes şehîd bûn û 130 jî birîndar bûn.
Li gor Rewangeha Sûriyê topbarankirina grûpên opozîsyonê kervedane li ser pêşketinên rejîmê li ser rêya Kastêlo û kontirolkirina wê ji Tel El-melah re.
Ji sala 2012an ve kontirolkirina bajarê Helebê li rejîma Sûriyê û opozîsyona wê dabeşkiriye.