Şandeke Îtalî serdana Sûriyê dike
Ev yekemîn care ji destpêka kirîza Sûriyê şandeke Ewropî serdana wî welatî dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Şandek Îtalî bi Serokatiya Serokê istixbaratên Derve yê wî welatî serdana Sûriyê dike û ligel berpirsê wî welatî civînan pêktîne.
Derbarê vê yekê ajanasa Rûsya Todiyê di nûçeyeka xwe de ragehand ku, bi armanca gotûbêjkirina vegerandina pêwendiyên her du welatan û rakirina dorpêçkirina Ewropayê li Ser Sûriyê şandeke Îtalî serdana wî welatî dike.
Li gor heman ajansê şanda Îtalî bi serokatiya Serokê Istixbaratê Derve yê wî welatî bû, da zanîn ku, dê vegerandina pêwendiyên her du welatan û dorpêçkirina Ewropayê li ser Sûriyê babetên herî sereke yên hevdîtinan be.
Biryare îro jî şandek ji Parlametoya Ewropayê serdana Dîmeşqê bike û ligel Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û hin rayedarên din re bicivin.
Ev yekemîn care ji destpêka kirîza Sûriyê şandeke Ewropî serdana wî welatî dike.