YPG şehîdbûna 13 şervanan radigihîne
Fermandariya Giştîya ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navê 13 şehîdên xwe yên ku di çend rojên borî de li bereyên şer canê xwe ji dest dabûn, aşkere kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandariya Giştîya ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navê 13 şehîdên xwe yên ku di çend rojên borî de li bereyên şer canê xwe ji dest dabûn, aşkere kir.
Li bajar hesekê di meresîmeke fermî de Fermandariya Giştî ya YPGê termê 13 şehîdên xwe li goristana gundê Dawidiyê bi axê spartin, ku 11 şervan ji wan li eniya Menbic û Şedadê canê xwe ji dest dabûn. Herwiha 2 endamên asayişê jî di teqîna nanxaneya taxa Salihyê ya ku di şeva cejna Remezanê de rû daye, canê xwe ji dest dabûn.
Di çend rojên borî de Fermandariya Giştî ya YPG termê 15 şervanan ku li bereya menbic şehîd bûbûn, li goristana Şehîd Delîl Saroxan bi axê spartin.
Li bajarê Menbicê şerê kolan bi kolan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞ dest pê kiriyê, vê yekê jî hejmara şehîdan di nava HSDê de zêde kiriye.