DAIŞê bi hezaran kes ji gundên derdora Minbicê revandine

Ji destpêka operesyona Şehîd Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê. Çekdarên DAIŞê di girtina welatiyên Kurd li gunndên Reqa û Helebê de berdewam e, bi hezaran Kurd girtine û bi dehan jî kuştine, bilî bikaranîna girtiyan mîna mertalên mirovî li eniyên şer. Herwiha bi hezaran xelk niha di bin gefa metirsiya DAIŞê de dijîn.

K24 – Minbic

DAIŞê hejmareke mezin ji gundiyên Qebasîn, Sursinbat, Til Circî, el-Birc û bajarokê Kiêba girtine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e. Herwiha bidehan Kurd jî li gundên Birc Esed, Qib el-Şêx, Erêma, Kawiklî, Ereb Wêran, Qar el-Kelbên û Xendûra ji aliyê DAIŞê hatine girtin.

Herwiha li herdu gundê Til Eran û Til Hasilê jî, DAIŞê 11 welatiyên Kurd revandin û çarenivîsa wan ne diyar e. Li navçeya Numan 40 terêmên sivîlan hate dîtin.

Li aliyê Ehersê ve jî, 4 welatiyên Kurd dixwastin ku xwe bigihînin deverên ku di bin kontrola HSDê de ne, lê DAIŞê ew her çar kesên sivîl kuştin.

Herwiha li bajar û gundên Ezazê jî, çekdarên DAIŞê dora yek hezar û 100 welatî revandine. 60 hezar kes jî ji wê deverê koçber bûne.