Tirkiye û Almanyayê hewl didin pêwendiyan asayî bikin

Pêwendiyên Tirkiye û Almanyayê careke din ber bi asayîbûnê ve diçin, ev jî piştî alozbûna peywendiyên herdû welatan, piştî ku Perlementoya Almanyayê komkujiya Ermenan bi Jînosaîd binav kir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5c4ef1b3-9d2a-4c42-a135-813952afb457/GermanyTurkey.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêwendiyên Tirkiye û Almanyayê careke din ber bi asayîbûnê ve diçin, ev jî piştî alozbûna peywendiyên herdû welatan, piştî ku Perlementoya Almanyayê komkujiya Ermenan bi Jînosaîd binav kir.

Di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de li warşoveyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji bo asayîkirina pêwendiyan civiyan, ku tê çaverêkirin hevawayê asayîkirina pêwendiyan digel Rûsya, Tirkiye pêwendiyên xwe digel Almanyayê jî asayî bike.