"Kuştina Kurdan ji destpêka Îtahat Terakî ve berdewam e"
Li Diyarbekirê Partiya Heremên Demokratîk (DBPê), Wedat Aydin ê ku Serokê Şaredariya Diyarbekirê bû û di sala 1991-an de, ji aliye hêzên tarî ve hatibû kuştin bibîr anî. Merasîma bibîranînê li salona ku navê Wedat Aydin hatiye dayin birêve çû. Di destpêka civîna bibîranînê de, Hatîp Dicle behsa kuştina Wedat Aydin kir û diyar kir ku, wan soz daye ku, ewê 10ê Tirmehê jibîr nekin.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Wedat Aydin ê ku Serokê Şaredariya Diyarbekirê bû û di sala 1991-an de, ji aliye hêzên tarî ve hatibû kuştin bibîr anî. Merasîma bibîranînê li salona ku navê Wedat Aydin hatiye dayin birêve çû. Di destpêka civîna bibîranînê de, Hatîp Dicle behsa kuştina Wedat Aydin kir û diyar kir ku, wan soz daye ku, ewê 10ê Tirmehê jibîr nekin.
Hatîp Dicle ragihand ku, Wedat Aydin di 5ê Tîrmeha 1991-an de, ji mala xwe, ji aliye hin kesên ku çekên otomatîk di dest wan de bûne, hatiye wergirtin ku, Wedat Aydin gotiye ez wan nas dikim polîs in. Lê piştî 2 rojan jî terme Wedat Aydin, ku bi êşkenceyan hatiye kuştin, li ser rêya Maden a di navbera Diyarbekirê û Elezîzê de hatiye dîtin.
Dîcle diyar ku ew rojên ku Wedat Aydin winda bûye, wan ji kîjan, saziyên dewletê pirsiye bersîva wan Wedat Aydin nehatiye binçav kirin bu ye.
Cenazeyê Wedat Aydin di 10ê Tîrmeha 1991-an de, bi beşdariya deh hezaran bi girseyî dema tê definkirin jî, girse tê gulebaran kirin û 10 kes jî tên kuştin.
Hatîb Dîcle bal kişand ku, hêj jî kiryarên wan komkujiyan nehatina aşkere kirin û dewlet niha jî bi heman hişmendiyê, welatiyan dikuje û wan û welatê wan bi zindî dişewîtine. Dicle dazanîn ku ewê jî têkoşîna demokrasi û azadiyê bi canê xwe be jî bidomînin.