Sivîl ên Minbicê çawa li Daişê dinerin?

minbic piştî şerê germ li navbera rêxistina daişê û hêzên sûriya demokrat nîve vala bûye, ku hijmarek mezin ji rûniştivanên wê derketine û ji ber zordariya daişê reviyan

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cb62bce8-4243-4586-93e4-4c6e2020983b/Minbij%20civil.ism/manifest

K24-Hewlêr

minbic piştî şerê germ li navbera rêxistina daişê û hêzên sûriya demokrat nîve vala bûye, ku hijmarek mezin ji rûniştivanên wê derketine û ji ber zordariya daişê reviyan

Germbûna şer li bajarê minbic li sûriyê navbera hêzên sûriya demokrat û rêxistina daişê bû sedema derketina hijmarek ji malbatan ji wî bajarî, derbarê vê yekê jî hijmarek ji sîvîlan behsa reftara endamên daişê li gel sîvîlan kirin.

Welatîyek dibêje: Gelek zordarî bi taybetî li ser jinan dikirin, eger jinek ji mala xwe derketibana hevjînê wê dibirin, eger kesek dizî kiriba destî wî dibrîn.

Piştî daişê minbic di dawiya sala 2014 kontrolkir  hijmarek mezin ji welatiyan derketin, hijmara rûniştivanên wî bajarî dakete 40 hezarî, û piştî derbasbûna HSD hijmar hêjî hate xwarê û bû 20 hezar.

Welatîyek din dibêje:Em li minbic dijiyan li jêr siya daişê, ku gelek zordar bûn, tade li ser zilan, keş û jinandikirin, jin neçar kirin ku abayên reş li xwe bikin, pêwîst bû ku em dêmê xwe vêşêrin û goreyan li bikne pêyên xwe de, yan jî dê me celd bikin.

Minbic bi ser parêzgeha Helebê ve ye, beriya şoreşa sûriyê hijmara rûniştivanên wî 400 hezar bû, sala 2014 piştî kontrolkirina daişê ji wî bajarî re bû yek ji bingehên serekê yên rêxistinê, ji ber vê yekê ji hêzên Sûriya demokrat hewil didin kontrol bikin û rê li ber alîkariyan ber daişê bigrin.