Riha: 3 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar in

Li Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, sê polîs tên kuştin û sê yên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, sê polîs tên kuştin û sê yên din jî birîndar bûn.

Li rawestgeha otobûsa li bajarê Ruhayê di dema polîsan dixwastin xelkê kontrol bikin, teqe li polîsan hate kirin û di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 3 polîsên din jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku êrîşker ciwanekî 17 salî ye, û derangê şevê ji aliyê birîndar ji aliyê polîsan ve tê girtin û li nexweşxaneyê dimire.

Navê êrîşker Hisên Dogokan Erdogan e û kurê efserkî xanenişîn e. Herwiha piştî bûyerê jî dayik û xûşka Hisên jî têne binçavkirin.