Li Helebê Serkirdeyê Hizbulah Ebo Elî El-Neqîb hate kuştin
Tê zanîn ku, her yek ji rejîma Sûriyê û opozîsyona wê li navçeya zeviyên El-melah şerekî giran dikin, da ku rêya Kastêlo kontirol bikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li navçeya Zeviyên El-Melah yê bajarê Helebê serkirdeyê Hizbulaha Libnanî Semîr Ewade ku, bi navê Ebo Elî El-Neqîb nas kiriye hate kuştin.
Derbarê kuştina wî medyayên ser bi Hizbulaha Libnanî ragehandin ku, di şerê li navçeya Zeviyên El-Melah yê bajarê Helebê serkirde Semîr Ewade ku, bi navê Ebo Elî El-Neqîb naskiriye hate kuştin.
Ebo Elî El-Neqîb ji bajarokê El-Tîbe ye li başûrê Libnanê û ji deme dirêj ve beşdarî di şerê ligel Hêzên Artêşa Sûriyê şer li dijî opozîsyona wî welatî dike.
Tê zanîn ku, her yek ji rejîma Sûriyê û opozîsyona wê li navçeya zeviyên El-melah şerekî giran dikin, da ku rêya Kastêlo kontirol bikin.