Kurê Usame Bin Ladin gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwe
Di sala 2011an de, hêzeke taybet a Amerîkayê bi operasyoneke taybet li Pakistanê Usame Bin Ladin kuştin û termê wî jî avêtin nav deryayê.

K24-Navenda Nûçeyan
Kurê serokê berê yê rêxistina El-Qaîdê Usame Bin Ladin gefa tolhildanê bavê xwe li Amerîkayê dixwe.
Kurê Usame Bin Ladîn, Hemze Bin Ladin ku dixwaze cîhê bavê xwe de bibe serokê rêxistinê, bi rêya tomarekî dengî ve ragehand ku, wê êrîşên terorîstî yên El-Qaîdê li Amerîkayê û li welatên din berdewam bin.
Hemze Bin Ladin sedemê berdewamiya karên terorîstî yên rêxistina xwe, ji ber sîtemkariya Amerîkayê û hevpeymanan li Iraqê, Sûriyê, Filistînê, Efganîstanê, Yemenê û li Somalî yê ve vegerand.
Herwaha gefa tolhildana kuştina bavê xwe ji aliyê Amerîkayê û hevpeymanan ve kir û diyar kir ku, ji bilî tolhildana kuştina bavê xwe ew dê tola kesên ku berevaniya îslamê dikirin bêstandin.’’
Di sala 2011an de, hêzeke taybet a Amerîkayê bi operasyoneke taybet li Pakistanê Usame Bin Ladin kuştin û termê wî jî avêtin nav deryayê.