Lûtkeya NATO yê bidawî hat, gengeşiya wê berdewam e
Di lûtkeya NATO yê de ji ber pêşveçûnên Rusyayê hinek biryarên nû hat sitandin û bi rêya van biryaran dijberîya dinavbera herdu aliyan de cardî zêde bû.Li gel vê ji bo şerê Suriyeyê û jinavbirina DAÎŞê çareseriyên nû nehat dîtin.Di lûtkeyê de gengeşiya jenosida Ermeniyan ya ku dinavbera Tirkiyê Û Almanyayê nehat çareser kirin
K24- Hewlêr
Di lûtkeya NATO yê de ji ber pêşveçûnên Rusyayê hinek biryarên nû hat sitandin û bi rêya van biryaran dijberîya dinavbera herdu aliyan de cardî zêde bû.Li gel vê ji bo şerê Suriyeyê û jinavbirina DAÎŞê çareseriyên nû nehat dîtin.Di lûtkeyê de gengeşiya jenosida Ermeniyan ya ku dinavbera Tirkiyê Û Almanyayê nehat çareser kirin
Di 8-9 temuza îsal de yek ji giringtirîn lûtkeya NATO yê hat kirin. Berpirs û serokên 28 welatên endamê NATO yê beşdariyek mezin li vê lûtkeya li Paytexta Polonyayê Varşowayê kirin
4 mijarên giring bûn rojeva herî sereke ya vê lûtkeyê:Rusya,DAÎŞ,Suriye û Koçber. Lê di lûtkeyê de mijara herî zêde balkişandî bû Rusya.NATO yê li dijî pêşveçûnên Rusyayê hinek biryarên giring sitand û dê li Polonya,Estonya,Letonya û Lîtvanyayê
Leşkerên nû bicih bike.
Di lutkeyê de li ser mijara Suriyê û DAÎŞ ê hema hema tiştek nehat kirin. Tenê li ser daxwaza Tirkiyeyê destura bikaranîna balefirên AWACS da. Li gor vê biryarê 2 balefirên AWACS yên ku girêdayî Amerîkayê û Almanyayê dê li baregeha Încîrlîk ya Tirkiyeyê bê bicih kirin.
Lê ji ber vê biryarê gengeşiyek dinavbera Tirkiyê û Almanyayê de derket.Beriya niha jî hinek parlamenterên Almanî xwestîbûn serdana baregeha Încîrlîkê bikin lê tirkiyê ji ber ku di parlamentoya Almanyayê de pêşnûma jenosîda Ermenîyan hatîbû qebûl kirin destûra vê serdanê nedayîbû.
Di lûtkeya NATO yê de ev mijar di hevdîtina li gel serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan û serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê de jî hat gotûbêj kirin. Lê di van hevdîtinan de jî ev pirsgirêk nehat çareser kirin.
Ji ber berdewambûna gengeşiyê, ji parlamentoya Almanyayê dengên wek ''em balefirên AWACS ne şînin baregeha Încîrlîkê'' derdikevin.Heta ku hinek parlamenteran di daxuyaniyekê de xwestin Almanya leşkerên xwe yên li balefirgeha Încîrlîkê jî bikşînin.
Ev gengeşiya ji ber pêşnûma jenosîda Ermeniyan derketî li ser pêwendiyên aborî tesîrek xerap nekiriye lê tê pêşbî li ser pêwendiyên sîyasî gengeşiya wê berdewam be.