Rejîma Sûriyê bo 3ê rojan agirbest dirêj kir

Ev siyamîn care ji destpêka cejna remezanê ve rejîma Sûriyê dema agirbestê dirêj dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûriyê li hemû navçeyê wî welatî agirbest bo sê rojan ragehand.

Derbarê wê agirbestê Ajansa fermî ya nûçeyan SANA ser bi rejîma Sûriyê di daxuyaniyekê de ragehand ku, hikumeta dirêjahî bo 72 demjmêrên din bi agirbesta ku, berî niha ragehandibû anî, ew agirbest jî,îro, roja sîşemê destpê dike.

Tê zanîn ku, ev siyamîn care ji destpêka cejna remezanê ve rejîma Sûriyê dema agirbestê dirêj dike.