Hevpeymaniya Navdewletî li Washingtonê dicive

Welatên di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, dê 20ê vê mehê li Waşhingtonê bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatên di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, dê 20ê vê mehê li Waşhingtonê bicivin.

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pêntagon), di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir, 20ê vê mehê, Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Ashton Carter di gel berpirsên bilind ên leşkerî yên welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, li navçeyeke nêzîkî Washigtonê dê bicivin.

Li gor daxuyaniya Pentagonê, ji bo vê mebestê, daxwaz ji 34 welatên endamên vê hevpeymanyê kiriye, ji bo ku di wê civînê de amade bin.

Encamdana wê civînê dê ji bo gotûbêjkirina êrîşên leşkerî yên li dijî rêxistina DAIŞe be.