NH bo yekem car alîkaryên mrovî dighîne penaberên sûrî yên li ser sînorê Ûrdunê

Netewyên yekbûy raghand ku ewê alîkaryên mrovî ji bo yekem car bighînên penaberên sûrî yên ku lser sînorê urdun û sûryê asê mane

K24- Hewlêr

Netewyên Yekbûy raghand ku ewê alîkaryên mrovî ji bo yekem car bighînên penaberên sûrî yên ku lser sînorê urdun û sûryê asê mane

Rêvebera cîbcîkara programa xwarna cîhanî ya ser bi netewyên yekbûy ve  artirîn kazên raghand, ku ew di gel urdunê gehane rêkeftnekî ku ji bo yekem car alîkaryên mrovî bighînên 100 hezar  penaberên sûrî yên li kampa rukban asê mane.

Kazên got jî , ku hkumeta ordunê ji wanre bi zelalî  gotye ku ev alîkarî  wê ji bo carekî tenê be, herweha tekez jî kirye ku ewê di gel wan kar bke ji bo dîtna çareyekî drêj ji bo garantî kirna peydakirna piştevanyê ji her kesê xwedî pêwîst.

Piştî êrîşa ku çekdarên Da'şê li ser sînorê urdunê û sûryê  encam dayîn û bû sedema kuştna 7 leşkerên urdunî û brîndarbûna 13 kesên din, rewşa penaberên sûrî li kampa rukban aloz û nexweş bû.