Şêwirmendê 4 serokên Amerîkayê: Kurdistan dê ji Iraqê cuda bibe

Di dema 30 salan de karmendê CIA bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarê Amerîkayê û karmendê berê yê CIA, bo dema 30 slan Biras Rîdil(Bruce Riedel) ragehand ku, Kurdistana dê ji Iraqê cuda bibe.

Derbarê vê yekê Biras Rîdil(Bruce Riedel) ku şêwirmendiya 4 serokên Amerîkayê jî kiriye, ji rojnameya Erebî ya Şerq El-Ewsetê re daxuyaniyek belav kirye û tê de  ragihandiye ku ew ne piştrast ku, nexşeya Rojhilata Navîn ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve were guhertin.Tekez kir ku, Kurdistana dê ji Iraqê cuda bibe.

Li gorî Rîdil, piştî ku Hewlêr ji Bexdayê cuda bû wê demê Bexda dikare bi darê zorê herêmên başûrê xwe û navîna Iraqê bixe kontrol bike.

Li gorî wî siyasetmedarê amerîkayê, Sûriye û Lîbya dê parçe bibin û li ser nexşeya siyasî nemînin. Sûriye dê bibe çend dewletokên biçûk ên elewî û sunnî. Di nav sunniyan de îslamiyên radîkal jî dê hebin.