Li Fransayê êrîş: 80 kuştî û 100 birîndar hene
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Navxwe yê Firansayê aşkere kir ku, qurbaniyên êrîşa bajarê Nîsê welatiyên sivîl in û geştyarên biyanî ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Nîsê ku dikeve başurê Fransayê otombêleke barhilgir êrîşî welatiyên wî bajarî kir yên ku, bi armanca cejna niştimanî ya welatê xwe kombûbû û bi awayekî hovane pêl wan welatiyan kir, di encam de heta niha 80 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kesên din birîndarin, ji wan birîndarin 15 kes birîna wangiran e.
Derbarê bûyerê Serokê Fransayê Franswa Holand di daxuyaniyekê de ragehand ku, welatê wî ji terorê armanc kiriye, tekez kir ku, 10 hezar leşker di amadebaşiyê de ne û rewşa awarte jî dê 3ê mehan bierdewam bike.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Navxwe yê Firansayê aşkere kir ku, qurbaniyên êrîşa bajarê Nîsê welatiyên sivîl in û geştyarên biyanî ne, da zanîn ku, tîmek bo arîkariya saykolojîk ji wan kesên birîndar û yên hatine rizgarkirin ji wê êrîşê hatiye damezrandin.
Li gor Asayîşa Fransayê şûfêrê barhlgirê ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin, heta niha jî lêkolîn derbarê bûyerê berdewam in.