Nasnameya êrîşkerê Fransayê aşkere bû

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Şaredariyê bajarê Nîsê aşkere kir ku, Hêzên ewlehiyê çek di nava bahilgirêde dîtine.

K24-Navenda Nûçeyan

Şeva borî li bajarê Nîsê ku dikeve başurê  Fransayê otombêleke barhilgir êrîşî welatiyên wî bajarî kir yên ku, bi armanca cejna niştimanî ya welatê xwe kombûbû û bi awayekî hovane pêl wan welatiyan kir, di encam de heta niha 80 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kesên din birîndarin, ji wan birîndarin 15 kes birîna wangiran e.

Medeyayê Fransayê ragehand ku, berpirsên navxweyî yên bajarê Nîsê nasnameya êrîşker Fransayê aşkere kir ku, ew kes hemwelatiyê Firansayê ye û bi regez xelkê Tûnisê ye, da zanîn ku, êrîşker temen 31 salî bû û li bajarê Nîsê dijya.

Derbarê başdarbûna kesên din di êrîşê de heta niha polîsa Fransayê ti rapor belav nekirine, herwiha polîsan wî welatê diyarkirin jî ku, ew êrîşker berî niha bi tawnên din jî dihat naskirin.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Şaredariyê bajarê Nîsê aşkere kir ku, Hêzên ewlehiyê çek di nava bahilgirêde dîtine.